HDP: Ev êrîş ji bo tirsandina endam û gelê me pêk tên

Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrişeke çekdarî pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin.

Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiyê û der barê bûyerê lêkolînê dest pê kiriye.

Êrîşkar piştre xwe radestî polîsan kir.

Hate ragihandin ku êrîşkar li avahiya emniyetê ye.

Di daxuyaniya HDP’ê de hate gotin,

Bi rêya van êrişan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin.

Li dijî êrişên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk herta dawiyê bi kar bînin.”

Li dijî vê yekê pêkhateyên HDP’ê û rêxistinên civakî bertek nîşanî polîtîkayên bi vî awayî dan.

Leave a Reply

Back to top button