Parlamna Lîbyayê li dijî dagirkeirya Tirk banga hevgirtineke Erebî kir

Parlamena Lîbyayê li dijî dagirkeirya Tirk li welêt banga hevgirtineke Erebî kir. Yekîtiya Ewropayê jî hişyarî ji bo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê da.

Serokê parlamana Lîbya Eqîle Salih li rûniştineke parlamna Erebî li Qahîrayê banga hevgirtineke Erebî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

Eqîle Salih got:

Hê jî Hikûmeta Wîfaqê sûnda destûrî li parlamanê nexwariye û dewama naskirina Hikûmeta Wîfaqê ji aliyê civaka navdewletî ve nakeve berjewendiya Lîbyan de.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
YEKÎTIYA EWROPAYÊ HIŞYARÎ JI BO DESTWERDANA DEWLETA TIRK DA

Hew wiha piştî têkçûna danûstaninên aliyên Lîbya li Moskovayê, Yekîtiya Ewropayê hişyarî ji bo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê da.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, dewleta Tirk bi şandina çeteyan tawanbar kir û banga çarerseriyeke lezgîn li dewletên Ewropayê kir.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
ALMANYA: ARMANCA ME JI LÛTKEYA BERLÎNÊ JI ARMANCA HEVDÎTINÊN LI MOSKOVAYÊ MEZINTIR E

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Almanyayê li ser lûtkeya ku wê 19 mehê li Berîlnê ji bo Lîbyayê pêk were got:

Armanca Almanya ji lûtkeya Berlînê ji armanca hevdîtinên li Moskovayê mezintir e.

Li gorî Almanya wê di lûtkeyê de tevî aliyên Lîbyayê wê Rûsya, Amerîka, Çîn, Brîtanya, Îtalya, Fransa, Tirkiye, Misir, Cezair, Îmarat û Kûngo jî beşdar bibin.

Leave a Reply

Back to top button