Di çalayên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li herêma Efrînê de, 7 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 3 wesayîtin dagirkeran jî hatin teqandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan bi daxuyaniyekê ev agahî da:
3 Çileyê hêzên rizgariyê li xeta gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li dijî 3 wesayît û baregehekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakiyên sabotajê û 2 çalakiyên taybet pêk anîn.
Di encamê de leşkerekî dewleta Tirk û 6 çeteyên koma Firqet Hemzet hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.
Her wiha 3 wesayît jî hatin teqandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hemwextî çalakiyan, dewleta Tirk a dagirker herêmên nabera gundên Soxanekê û Meyasê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Balafirên bê mirov jî keşf dikirin.