Buldan: Em ê bi tifaqa demokrasiyê re werin ser deshilatê

Di 23 Sibatê te wê Partiya Demokratîk HDP kongra xwe ya giştî lidar bixin.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beriya kongreyê bi rojnamevanan re civiyan.

Hevserokan gotin,

Heke tifaqa demokrasiyê, em dikarin werin ser deshilatê.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî, Hevberdevkên HDK’ê Idîl Ugurlu, Sedat Şengolu û Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk û hevserokên partiyên pêkhateyan li Stenbolê li gel endamên çapemeniyê rûniştin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bal kişande ser zextên li ser partiya wan a beriya kongreya 23’yê Sibatê û got,

Hedefa îro ya deshtilatê HDP ye.

Ji bo vê gelek hevalên me binçavdikin û digrin.

Lê li gel vê jî em li ser piyan in.

Buldan diyar kir wê kongra giştî ya 23’ê Sibatê were lidarxistin bi coş û tevlîbûneke zêde pêk were û ev tişt anî ziman:

HDP’ê di hilbijartinan de bi desteka ku dayî hêzên demokrasiyê nîşan da ku ew hêz in ku hemû planan têk dibin.

Me şanî her kesî da bê ka HDP xwedî hêzeke çawa ye.

Emê bi tifaqa demokrasiyê werin ser deshilatê.

Buldan balkişand li ser zextên li ser partiya wan û wiha domand:

Di du salan de 5 hezar kes endam, xebatkar û rêveberên wan hatine binçavkirin, hezar ji van hatine girtin.

Budan dazanîn ku piştî qeyûman jî 25 hevşaredar hatine girtin û qeyûm anîne ser 32 şaredariyên wan.

AMADEKARIYÊN KONGRA GIŞTÎ YA HDP’Ê
TEMELLÎ BANGA ‘TIFAQA DEMOKRASIYÊ’ KIR

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de kongreya xwe li dar dixin û got:

Li gorî me pirsgirêk bi demokrasiyê dikarin were çareserkirin.

Di xebatên kongreyê de me ev tişt daye ber xwe.

Em bang li hemû kesî dikin ku û dibêjin em dikarin di bin banê tifaqa demorasiyê de werin ba hev.

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî diyar kir ku desthilatdar nahêlin civak bibe kirde û ew ê kongreya HDP’ê ji bo vê zemînekê ava bike.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî diyar kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin doza Kurdan e û ev mijar bi polîtîkayên ‘ewlehîparêziyê’ nayê çareserkirin.

Ozturk got,bal kişand ser vî tiştî ku wê HDK û KCD xwe birêxistin bike û diyar bike ku ew alternatîf in.

Leave a Reply

Back to top button