UNICEF ji jiyana 7,5 milyon zarokên li Ûkrayna bi fikare

Di nava şer de, yê ku herîzêde ziyanê dibînin jin û zarokin. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF ragihand ku fikarên wan yên zêde li ser rewşa zarokên li Ûkrayna heye. UNICEF ê got, Em ji rewşa jiyanî ya 7,5 zarokên li welat bifikarin.

Rêvebera Giştî yê Amerîkayê yê UNICEF Catherine M. Russell bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku ji ber êrîşên dijwar ên ji xeta têkiliyê li Ûkraynayê şebekeyên avê û tesîsên perwerdehiyê zirar dîtine.

Russel bal kişand ser wê yekê ku dibe ku bi deh hezaran malbat ji cih û warên xwe bibin û hewcedariyên mirovahî bi awayekî berbiçav zêde bibin.

Russel got, “UNICEF pir bi fikar e ku zêdebûna dijminatiya li Ûkraynayê tavilê xetereyek li ser jiyan û refaha xelkê çêdike. Li welêt 7,5 milyon zarok hene.”

Russel bal kişand ku şerê ku ev 8 sal in li herêmê rûdide û ev tişt anî ziman: “Pêdiviya zarokên Ûkraynayê bi lezgînî bi aştiyê heye.”

Rêveberê UNICEF ji bo rawestandina şer heman banga Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres dubare kir.

Back to top button