Têkoşîna jinan li dijî zordariya dewleta Îranê

Li Îranê zext û zordariya li ser jinan giran dibe. Rayedarên Îranê careke din êriş birin ser jinan û gotin:
“Li gorî qanûnên heyî bi kar neanîna laçikan sûc e.” Jinan jî bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: “Li dijî nêzîkatiyên dewletê divê em ji zordariyê re bêjin na.”

Piştî demeke dirêj ku li ser serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re derbas dibe dewleta Îranê careke din li dijî jinan dest bi pilanên nû kirin.

Tevî ku gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mijara rakirina sîstema lacikên bi zorê de bi biryarin jî dewleta Îranê guh nade daxwazên gel.

Têkoşîna jinan a li dijî pêkanînên hicaba bi zorê li her qada dewame.

Desthilata Îranê jî hewil dide di her qadê jiyanê de jinan ji nedîtî ve bê û bixe bin venêrîna xwe.

Rayedarê Îranê: Bikar neanîna laçikan sûc e

Rayedarê polîsên Îranê Hasan Mofahamî got, “Li gorî qanûnên heyî bi kar neanîna laçikan sûc e.”

Rayedar got, “Jinên ku qanûnê binpê dikin, ji kiryarên xwe berpirsyar in.”

Mofahamî her wiha ragihand ku şîrketên dihêlin ku xebatkar serê xwe nenixumînin wê beriya girtinê bêne hişyarkirin.

Dewleta Îranê hewl dide êrişên li dijî jinan rewa bike

Ev daxuyaniya rayedarên Îranê tê wê wateyê ku dewleta êrişên li dijî jinan rewa nîşan didin.

Li gorî vê daxuyaniyê, ger zilamek êrişî van jinan bikin bi tu cezayî re rûbi rû namîne.

Ev yek jî pir eşkere radixe ber çavan ku dewleta Îranê li dijî serhildana ‘jin jiyan azadî’ û jinan dest bi êrişên nû kiriye.

Jinên Îranê: Divê em ji ferzkirina hicabê û zordariyê re bêjin na

Jina ku nexwast navê xwe bide, bi telvizyona me re axivî û diyar kir ku dewleta Îranê hicaba bi zorê ferz dike, lê bele jin vê ferzkirinê red dike û wiha got:

“Me jinan dewleta Îranê bi têkoşîna xwe hejand.

Jinan ji ber ferzkirina qanûnên bi zorê bi salan hicaba bikar anîn.

Lê bele îro li dijî nêzîkatiyên dewletê divê em ji zordariyê re bêjin na.

Divê tabûyên civakê were şikandin, zihniyata mêrsalarî were guhertin:

Divê em netewperestiya civakî ji holê rakin.”

Back to top button