Komîsyona Parastinê rapora dawî li ser êrişa li balafirgeha Silêmaniyê dinivîse

Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku komisyona wan biryar dane rapora dawî li ser hedefgirtina balefirxaneya Silêmaniyê binivîsin û piştre radestî serokatiya parlementoyê bikin.

Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyek diyarkir îro komisyona wan bi amadebûna serokê komisyonê Ebas Zamlî û endamên din ên komisyonê civiya.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa serdana komisyonê ya ji bo lêkolînkirina cihê êrişa li balefirxaneya Silêmaniyê hat kirin.

Hat diyarkirin ku di civînê de biryar dane rapora dawî li ser hedefgirtina balefirxaneya Silêmaniyê binivîsin.

Piştre jî radestî serokatiya parlementoyê bikin.

Back to top button