Biden bo hikumetê: Belgehên sûc yên Putin radestî ICC bikin

Serokê Amerîka Biden ferman da hikumetê ku belgehên sûcê şer yên Putin radestî Dadgeha Cezayan a Navnetewî bikin.

Artêşa Ukrayna bi piştevaniya welatên Rojavayî dixwaze hêzên Rûsya ji xaka welat derxîne.

Hat ragihandin ku Serokê DYA Joe Biden telîmat daye hikûmetê ku delîlên sûcên şer ên Rûsyayê yên li Ukraynayê bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya ku navenda wê li Den Haagê ye re parve bike.

Berdevkek yê Konseya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê ku nexwest navê wî eşkere bibe ev nûçe piştrast kir û bi bîr xist ku Amerîkayê berê ekîbên lêkolîner û dozgerên navneteweyî şandine Ukraynayê da ku alîkariya amadekirina dozên tawanên şer bikin.

Biryara rêveberiya Biden a ji bo hevkariyê bi ICC re yekemcar roja Sêşema borî hate gotûbêj kirin.

Lê Koşka Spî red kir ku hûrgulî li ser vê mijarê bide.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li dijî hevkariya bi ICC re ye.

Ev yek jî bi hinceta ku dibe rê li ber darizandinên siyasî yên leşkerên Amerîkayê yên li derveyî welat veke.

Hin qanûndanerên Komarparêz û Demokrat Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi astengkirina darizandina tawanên cengê yên Rûsyayê bi rêya nehiştina îstixbarata leşkerî ya Amerîkî ji parvekirina agahiyan bi ICC re tawanbar kirin.

Li Ukrayna îdîayên sûcên şer û rewşa Putin

Ukrayna û hin welatên rojavayî îdîa kirin ku delîlên sûcên şer ên Rûsyayê li Ukraynayê pêk anîn heye.

Di nav de kuştin, êrîşên li ser binesaziya sivîl, dersînorkirina bi darê zorê, revandina zarokan, êşkencekirin, şîdeta zayendî û binçavkirina neqanûnî.

Di Adara borî de, ICC ji bo dersînorkirina neqanûnî ya zarokan ji Ukraynayê biryara girtinê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derxist.

Rûsya ku ne endamê ICC ye ev îdia red kir.

Back to top button