Tunis ya bûyî rawestgeha herî mezin a koçberên di ser Afrîka re xwe digihînin Ewropayê, şahidiya trajediya koçberan jî dike.
Ji destpêka salê ve cenazeyên 901 koçberan li peravên Tunisê hatine derxistin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Karê Hundir ê Tunisê Kemal El Feqî ragihand ku ji destpêka 2023’an ve yekîneyên ewlehiya peravan a Tunisê cenazeyên 601 koçberan derxistine.
El Feqî diyar kir ku ji 901 koçber xeniqîne, 36 ji Tunisê ne, 267 jî biyanî ne û nasnameyên yên mayî jî nehatine zanîn.
Li gorî daneyên fermî yên hikumeta Tunisê, heta 14’ê Tîrmehê 75 hezar û 65 koçberan xwe gihandiye Îtalyayê.
Par di heman wextî de 31 hezar û 920 koçberên ku piraniya wan Tunisî bûn, xwe gihandibûn Îtalyayê.
YE û Tunisê li ser mijara koçberan lihev kirin
Beriya 2 hefteyan lîderên YE û Tunisê li ser mijara koçberan lihev kirin.
Armanca peymanê ne tenê ew e ku tedbîrên bi bandortir li dijî qaçaxçiyên mirovan bigire, lê di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirina koçberan jî baştir bike.
Peymana ku hatiye îmzekirin 105 milyon euro fonên Yekîtiya Ewropayê dide Tunisê digre nava xwe.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku 150 milyon euro alîkariya bûdceyê ji bo welatê ku di bin barê deynek mezin de ye were dayîn.



