NY plan dike ku alîkariya 3 mîlyon penaberên Sûdanî bike

Neteweyên Yekbûyî pilan dike ku alîkariya 3 mîlyon penaberên Sûdanî bike.
Lê tevî vê yekê jî bi mîlyonan Sûdaniyên li hundir û derveyî welêt di nava birçîbûnê de li benda alîkariyê ne.
Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de didome.

Mîsyona Alîkariya Veguhêz a Yekgirtî ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAMS) li ser rewşa Sudanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mîlyonan Sûdaniyên li hundir û derveyî welêt di nava birçîbûnê de li benda alîkariyê ne.

Ajansên Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê duh ragihandin ku ew hewil didin alîkariya bêtirî sê mîlyon mirovên bikin.

Ev kesên li benda alîkariyê ne ji ber şer koçber bûne û piraniya wan jî zarok û jin in.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî nîvê nifûsa Sûdanê, bêtirî 20 mîlyon kes bi taybetî yên ku li herêmên şer asê mane li benda alîkariya mirovî ne.

Li Sûdanê şerê navxweyî

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de nahêle alîkariyên mirovî bihêje cihê sivîlan.

Li Xartûm, Omdurman û Behrî, di van rojên dawî de şer û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de qewimîn.

Bi dehan sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Lê duh li Sudanê dengê çekan nehatin bihîstin û rewş aram bû.

Li Sûdanê şerê navxweyî: 100 roj derbas bû

Back to top button