NY: Li Sudanê 20 mîlyon kes li benda alîkariyê ne

Li Sûdanê ji ber şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de mercên jiyanê gelek dijwar bûye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nêzî 20 mîlyon kes li Sûdanê li benda alîkariya mirovî ne.

Mîsyona Alîkariya Veguhêz a Yekgirtî ya NY têkîldarî rewşa Sûdanê li ser malpera xwe ya civaîkî raporek weşand.

Li gorî raporê nîvî nifûsa Sûdanê ku nêzî 20 mîlyon kes in, li benda alîkariya mirovî ne.

Her wiha hate gotin:

“Hejmara kesên ku ji ber pevçûnan ji cih û warê xwe koçber bûne gihîştiye 3.3 mîlyonî”.

Li Sûdanê şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de welat xistiye nava aloziyekî mezin.

Her wiha ji ber giraniya şerê heyî gihandina alîkariyên mirovî jî gelekî zehmet bû ye.

Bi hezaran Sûdanî ji ber şerê heyî di nav şert û mercên nebaş de jiyan dikin.

Her wiha gelek kes jî dibin qurbaniyê şerê heyî.

Herî dawî di êrişa hewayî ya li paytext Xartûmê de, herî kêm 16 kes mirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Back to top button