Li Ingilîstanê hilbijartinên navberê

Li Ingilîstanê hilbijartinên navberê pêk tên.
Partiya Muhafezekar a desthilatdar di hilbijartinên navber ên li sê herêman de 2 kursiyên parlamentoyê ji dest dan.

Li Brîtanyayê, Partiya Muhafezekar a desthilatdar a Serokwezîr Rishi Sunak, di hilbijartinên pêşwext de li du herêmên hilbijartinê winda kir.

Lê partiyê, lê kursiya serokwezîrê berê Boris Johnson a di parlamentoyê de parast.

Serkeftina muhafezekaran li herêma Jonson cîh da Sunak ku hewl bide bilindbûna dengdanên Partiya Karker a sereke ya dijberî asteng bike.

Partiya Serokwezîr Sunak ji 3 herêmên hilbijartinê 2 winda kir

Partiya Karkeran li herêmên Selby û Ainsty li bakur-rojhilatê Îngilîstanê ku berê wekî kelha Muhafezekaran dihat dîtin, piraniya kursiyan bidest xistin.

Lîderê Partiya Karkeran Keir Starmer got;

Serkeftin nîşan da “daxwaza guhertinê çiqasî xurt e”.

Di hilbijartinên pêşwext ên her sê herêman de windahiyeke din a muhafezekaran li herêmên Somerton û Frome yên Somersetê bû.

Di dengdana li wir de Partiya Lîberal Demokrat bi ferqa zêdetirî 11 hezar dengan kursiya parlamentoyê bi dest xist.

Tê gotin, Muhafezekar ji ber enflasyona bilind, paşketina aborî û demên dirêj ên bendewariyê ji bo bikaranîna lênihêrîna tenduristiyê ya dewletê, her sê kursiyên parlamentoyê winda bike.

Di rapirsiyan de Partiya Karkeran bi ferqekî mezin li pêş e

Partiya Karker di rapirsiyan de bi qasî 20 pûanan li pêş Partiya Muhafezekar e:

Ev jî nîşan dide ku serketina partiya desthilatdar wê di pêncemîn hilbijartinên giştî yên li pey hev de zoriyê bibîne.

Back to top button