Li ser encamên hilbijartinê HDP û Partiya Çepên Kesk daxuyanî da

Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî 66 wekîl şandin Meclîsê. Li ser encamên hilbijartinê HDP li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin tevî zext û hîleyên desthilatê em encamên ku hatine bidestxistin girîng dibînin û hate gotin: “Em ê bêyî ku ji hêvî û kelecana xwe rawestin xebatên xwe bi biryardarî bidomînin.

Li ser encamên hilbijartinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist

Hevserokên Giştî yên HDP û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk di civînê de beşdar bûn.

Li ser navê her du partiyan Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar daxuyanî da.

“Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin”

Çîgdem Kiliçgun destpêkê îşaret bi zêdebûna zext û êrişên desthilatê yên bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re kir û got;

“Tevî zext û hîleyên desthilatê, em encamên ku hatine bidestxistin girîng dibînin.”

“Em ê rexneyan bi gelê xwe re nîqaş bikin û gavên pewîst bavêjin”

Li ser peyam û rexneyên hilbijêran jî Çîgdemê anî ziman çi pêwîst bike ew ê bikin û wiha got: Li ser kêmasiyên ku em pê re rû bi rû ne, em ê bi gelê xwe re nîqaşan bikin û gavên pêwîst bavêjin.”

“Em ê bêyî ku ji hêvî û kelecana xwe rawestin xebatên xwe bidomînin”

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun destnîşan kir, ew ê bêyî ku ji hêvî û kelecana xwe rawestin xebatên xwe bi biryardarî bidomînin.

Piştî daxuyaniya nivîskî ya hevpar Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Mîthat Sancar: Me rayên xwe kêm kirine

Sancar bersiva pirsa “Gelo Tifaqê ray bi we dane windakirin” da û got: “Me li gelek cihan dengên xwe kêm kirine.

Helbet ji bo hilbijartinê lêgerîna formulekê pêwîst bû û me got lîste tenê formûla guncaw e û me parast.

Bi vê re me her tim tifaq jî girîng dît.

Di tifaqan de her tim rîskên wiha dibe ku hebin.

Me beşek ji van rîskan di hilbijartinê de dît.”

Mîtthat sancar diyar kir ew ê encamên hilbijartinê bi desteyên xwe û hevparên tifaqa xwe re parve bikin û got:

Divê em bi rêjeyên wê re, sedemên wê nîqaş bikin.”

Tifaqa Ked û Azadiyê 66 wekîl bi dest xistin

Back to top button