Partiya Keskan a Ewropayê: Serdema nû ya Tirkiyê hîna diyar nebuye

Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Melanîe Vogel diyar kir ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê serdema nû ya Tirkiyê hînê diyar nebûye.

Hevseroka Partiyên Kesk a Ewropayê Mélanie Vogel diyar kir ku hilbijartin bi qasî Tirkiyê ji bo Ewropayê jî girîng bûn û wiha got:

“Lewma em li vê derê ne.

Mirovên ji fikr û platformên cuda hatin ba hev.

Li vê derê armanca esasî demokrasî bû lewma hatin ba hev.Li gorî Ewropayê, rêjeya tevlibûna hilbijartinê ya li vê derê zêdetir bû.

Lê serdema nû ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin.”

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena jî diyar kir ku tevlibûna hilbijartinan zêde bû lê beşeke ku neçûye ser sindoqan heye û ev tişt anî ziman:

“Beriya hilbijartinê beşeke ciwanan got em naçin ser sindoqan.

Girîng e ku em vê beşê bibin ser sindoqan.

Ji bo hilbijartinê 15 roj mane û ev demekî kin nîne. Lewma divê em hîn xurtir bixebitin.”

Pêşeroja Tirkiyê wê îro diyar bibe

Back to top button