Hilbijartina ku piştî rejîma AKP’ê ya 21 salî weke firsenda destpêkirina serdemeke nû tê pênasekirin, îro ye. Li Tirkiyeyê wê nêzî 61 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina serokkomar û endamên meclîsê dengê xwe bi kar bînin.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye îro bêtirî 60 mîlyon hilbijêr dengê xwe didin.
Ji bo demeke ji pênc salan wê Serokkomar û endamên Meclîsê yên serdema 28’an bêne diyarkirin.
Dengdan wê li 191 hezar sindoqan saet di navbera 08:00-17:00 de bê kirin.
Li welêt wê 4 milyon 904 hezar û 672 hilbijêr cara yekê dengê xwe bidin.
Li girtîgehan jî wê 53 hezar û 172 kes dengê xwe bi kar bînin.
Dengdana li gumrikan wê heta saet 17:00 dewam bike.
Dengdana li derveyî welat jî roja Çarşemê bi dawî bûbû.
Dengên hatin dayin anîn Tirkiyeyê û radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind hatin kirin.
Di hilbijartinên Serokkomariyê de ku bala her kesî li ser e, sê namzet hene:
Recep Tayyîp Erdogan,
Kemal Kiliçdaroglû û Sînan Ogan.
Di hilbijartinê de her wiha 5 lîsteyên tifaqê hene.
Partiya Çepên Kesk û Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bi navê ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ tevlî hilbijartinê dibin.
Di nava ‘Tifaqa Milet’ de jî CHP, ÎYÎ Partî, Saadet Partîsî, Gelecek Partîsî, Demokrasî ve Atilim Partîsî (DEVA Partîsî) û Demokrat Partî hene.
AKP, MHP, BBP û Yenîden Refah Partîsî û HUDA PAR jî bi navê ‘Tifaqa Cûmhûr’ tevlî hilbijartinê dibin. .
Dengdan wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Piştre heta saet 18:00 qedexe ye ku li ser encamên hilbijartinê analîz an jî encam bêne weşandin.
Piştî saet 18:00 wê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve agahî karibin bêne weşandin.
Li dû saet 21:00 jî wê encam ji aliyê saziyên medyayê ve bêne weşandin.
YSK li gorî rewşê wê karibe weşandina encamên hilbijartinê beriya saet 21:00 jî serbest bike.
Endamên Meclîsê wê bi hilbijartinên îro diyar bibin.
Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî eger namzetek di tûra destpêkê de nikaribe zêdeyî ji sedî 50 ê dengan werbigire, wê tûra duyemîn a hilbijartinê di 28’ê Gulanê de bê kirin.