HPG’ê, ragihand ku di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Mêrdînê de ku 8 rojan dewam kir 8 dagirker hatine cezakirin.
Heman awayî dagirkeriya Tirkiyê li herêma Avaşîn û Garê bi çekên giran êrîş kirin.
Operasyona li ser herêma Avaşînê bi taktîkên sabotajê hatin rawestandin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li eyaleta Mêrdînê daxuyaniyek parve kir.
HPG têkîldarî êrîşê dagirkeriya Tirk a ku 27’ê Nîsanê dest pê bûne û heta 5’ê Gulanê dewam kirine, ev agahî parve kirin:
”Artêşa Tirk a dagirker, pozîsyona bêçalakîtiyê ya hêzên me yên gerîla ji xwe re kiriye fersend
Li hemberî hêzên me yên li Mêrdînê, 27’ê Nîsanê dest bi operasyonên îmhayê kiriye û heta 5’ê Gulanê dewam kiriye.
Hêzên me yên li Mêrdînê, hem operasyonên dijmin ên bi 8 rojan ku hemû teknîka şer bi kar aniye, vala derxistiye, hem jî derbeyên bi bandor li dijmin xistine.
Di operasyona 8 rojan de 8 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û hevrêyê me Bahoz Çiya jî şehîd bûye.
Nasnameya hevrêyê xwe Bahoz Çiya ku şehîd bûye, em ê paşê bi gelê xwe re bi hûrgulî parve bikin.”
HPG: Tola welatparêzê Kurd LokmanGorgun hat hilanîn
HPG diyar kir ku tola welatparêzê Kurd Lokman Gorgun hatiye hildan û ev tişt anî ziman:
“2’ê Gulanê di saet 06:00’an de heman qad 4 caran bi balafirên şer û 2 saetan jî bêyî navber bi helîkopterên şer hatiye bombekirin.
Dijmin bi helîkopteran gelek dagirker daxist qadê û operasyonê berfireh kir.
Hêzên me bi awayekî bi bandor bersiv dan van êrîşan. ku bi armanca îmhakirina hêzên me hatiye destpêkirin û
Tola welatparêzê Kurd Lokman Gorgun ê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hat qetilkirin
û hevreyên me yên li Omeryanê gihiştin asta şehadetê, hatin hildan.”
HPG: Operasyona li ser herêma Avaşînê bi taktîkên sabotajê hatin rawestandin
HPG derbarê operasyon û êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Qada Parastina Medya de jî wiha got:
“Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Avaşînê dayî destpêkirin de,
12’ê Gulanê saet di 09:15’an de dagirkerên ku bi ser çeperan dihatin, bi taktîkên sabotajê hatin rawestandin.
Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk dîsa rastiyan ji raya giştî veşart û tenê yek windahiyê xwe eşkere kir.
11’ê Gulanê Qada Deşta Kafya ya Garê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
12’ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên Sîda 3 caran bi çekên giran hatin bombekirin.”