HPG: Qadên berxwedanê 14 caran hate bombekirin

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 14 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombekirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku êrişên li dijî herêma Zapê berdewame û wiha got:

“11’ê Gulanê dagirkeran êriş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê.

Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.

Di heman rojê de dagirkeran êriş birin ser çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê û hewl dan hilweşînin.

Li wir jî hêzên me li dagirkeran dan.

HPG’ê derbarê êrişên hewayî ên artêşa Tirk a dagirker de jî ev agahî parve kir:

“11 û 12’ê Gulanê qadên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer 8 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button