Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku têkiliyên ekonomîk, siyasî û leşkerî yên rêveberiya PDK’ê bi dîktatoriya AKP û MHP’ê daniye ji aliyê Kurdan ve û ji bo hemû kesan bi pirsgirêk e.
PKK’ê ragihand ku desthilatdariya AKP û MHP’ê terorê îxracê hemû cihanê dike.
Her wiha bang li PDK’ê jî kir ku provakasyona neke û were li ser xeta netewî.
Partiya Karkerên Kurdistan-PKK salvegera 42’emîn a avabûna xwe pişt xwe dihêle û dikeve sala 43’emîn.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya nêzbûna salvegera damezrandina partiya xwe daxuyaniyek da.
PKK’ê di serê de cejna vejînê 27’ê Mijdarê, û Berxwedana Neteweyî li Rêber APO, pîroz kri û got:
Em cejna vejînê û Berxwedan netewî li heval, gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk pîroz dikin.
Di sala 43’emîn a PKK’ê de em serkeftinê ji bo hemû têkoşêrên azadî û demokrasiyê dixwazin.
Em bang dikin ku divê pêngava bi navê ‘Dawî li tecrîd û faşîzmê bîne, dem dem azadiyê’ ya tevgera me were geşkirin û xurtkirin.
Li her qadê têkoşîneke xurt a leşkerî û siyasî tê kirin
PKK’ê diyar kir ku li her qadê têkoşînek xurt a leşkerî siyasî têkirin û hêzên ku tecrîd danîn nema dikarin pergala êşkence û tecrîdê ragirin.
PKK’ê bangek li CPT û Konsye Ewropayê jî kir ku xwedî biryarên xwe derkevin û dawî tecrîdê bînin.
Desthilatdariya AKP û MHP’ê terorê dişîne her dera dinyayê
PKK’ê dazanîn ku ti ferqa DAIŞ, El Qaîde, çeteyên dewleta tirk û testhildariya AKP-MHP’ê nîne û wiha domand:
“Ev tifaq dixwaze ji Îdlîbê heta Dêrikê, ji Şengalê heta Heftanîn û Xakurkê li her derê qadeke çeteyan ava bike.
Çeteyên ji her dera dinyayê kom kirine, li vê derê perwerde bikin, ji aliyekî ve Kurdan qir bikin û ji aliyê din ve jî Ewropa di serî de terorê bişînin her derê.
Ji Qerebaxê heta Ewistûryayê, ji Lîbyayê heta Fransa û Efganistanê ev yek her tiştî eşkere dike.
Em bang li cîhanê dikin ku rastiya Erdogan baş fêm bikin û lihember siyaseta wiya tororîst helwesta xwe zelal bikin.
Têkiliya PDK û dewleta Tirk bi pirsgirêk e
Her wiha PKK’ê balkişand li ser têkiliya PDK û Dewleta Tirk û diyar kir ku têkiliya wê ya ekonomîk, siyasî û leşkerî ya bi PDK’ê re ji aliyê Kurdan û ji bo hemû kesan bi pirsgirêk û bi xisar e.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiyê de, bangek li PDK’ê kir dest ji provakasyonê xwe berde û were li ser xeta netewî.