Misir û Fransa: Divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê li herêmê were danîn

Misir û Fransayê derbarê aloziya Lîbyayê hevkariya xwe destnîşan kirin û teqezî li ser rawestandina kiryarên dewleta tirk yên li herêmê kirin.

Wezîrê Deve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, serdana paytexta Misir Qahîrayê kir û bi hempîşeyê xwe yê Misirî Samih Şirkrî re civiya.

Herdu aliyan kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Wezîran diyar kirin ku Misir û Fransayê derbarê aloziyên li herêmê bi taybet ya Lîbî, heman pêş-bînî li cem wan heye.

Wezîrê Fransayê, Jean-Yves Le Drian got, ew bi diyalogên siyasî ji bi çareseriya li Lîbayê re ne.

Le Drian destnîaşn kir ku divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê yên yekalî li herêmê were danîn û pêwîstiya derketina hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê destnîşan kir.

Back to top button