43 kerwanên alîkariyê ji Başûrê Kurdstanê gihişt bajarê Hesekê

Ji bo piştgiriya bi koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî re, xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re şand.

Duh beşa 3’yan ji alîkariya ku ji 43 karwanên alîkariyê pêk tê ji başûrê kurdistanê derbasî bajarê Qamişlo bû.

Alîkarî ji madeyên xwerinê, şîrê zarorkan û derman pêk tê.

Ev alîkarî bi rêya heyva sor a kurdî derbasî bajarê Heske bû, wê li koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî bên belavkirin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagriker yê 9’ê Cotmehê zêdetirî 300 hezar şênî ji Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bûn.

Di kampa Waşokanî de 8 hezar û 403 koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser hatine bicihkirin, li Kampa Girê Spî jî hezar û 808 koçbe hene.

Back to top button