Malpera pêşkêşkirina gilî û pêşniyaran a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê..
Ev malper mîna pireyeke xurtkirina hevgirtinê di navbera rêveberî û civakê de ye..
Her wiha ji bo pêşxistina çavdêriya civakê jî gavek e.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di 26′ê Kanûna 2022′yan de malpera ‘gilî û pêşniyaran’ pêşkêş kir..
Da ku civakê bi awayekî aktîf beşdar bike û lêpirsîna di saziyên xwe de pêk bîne.
Malper hevgirtinê xurt dike
Proje dihêle ku hevgirtin çêbe da ku Rêveberiya Xweser û civak bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
Têkildarî mekanîzmaya gilî û pêşniyaran, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî..
Li ser mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkan, Yûnis got:
“Em hewl didin vê pergalê di nava civak û saziyên Rêveberiya Xweser de saz bikin.
Ew jî piştî belgekirinê ji hêla Meclisa Rêveber re, pêk tê.”