Hevseroka MSD’ê Emîne Omer eşkere kir ku gelek kesayetên ji “opozîsyona Sûriyeyê” li Tirkiyeyê piştgiriya helwesta MSD`ê kir.
Emîne diyar kir ku ew nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê red dike û got:
“Em wan helwestan nîqaş dikin da ku bigihêjin mekanîzmayekî..”
MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê civîneke çapemeniyê lidarxistin …
Tê de plana xebata xwe ya hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, eşkere kirin.
Hevseroka MSD`ê Emîne Omer têkildarî mijarê axivî û xalên ku MSD bi Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê re li hev kirine nirxand û got:
“Bi rastî MSD`ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê li ser gelek xalên ku sûriyeyiyan eleqedar dikin, li hev kirin.
Ew xal, yekitiya herêmên Sûriyeyê ..
Veguhertina demokratîk û pêşeroja Sûriyeyê..
Diyaloga sûriyeyî ji bo ku bingeha çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê..”
Der barê mekanîzmaya xebatê ya hevbeş û plansaziya xebatê de, Emîne Omer got :
“Em ê li ser avakirina komîteyan ji bo pêkanîna xalên di navbera her du aliyan de û nîşandana helwestên hevbeş, kar bikin. ”
“MSD’ê xwedî projeyeke niştîmaniye”
Hevseroka MSD`ê da zanîn ku MSD`ê xwedî projeyeke nîştimanî ya demokratîk e û wiha domand:
“Bêguman, em ji bo yekitiya sûriyeyiyan kar dikin ..
Li ser asta dîplomasî û siyasî xebatên me hene..
Em li hember hemû hêzên siyasî, kesayetên demokratîk vekirî ne. ”
Li gorî Emîne Omer, helwesta MSD`ê ya li hember nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê ji aliyê gelek hêz û kesayetan ve bi erênî hatiye nirxandin.
Emîne Omer da zanîn ku MSD niha hewl dide bertekên erênî yên wan kesayet û hêzan binirxîne..