YPG: Hevrêyê me Nîdal Mislim li bajarê Helebê şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê) bi daxyaniyekê ragihand ku şervanê wan Nîdal Mislim li bajarê Helebê di encama qezayeke perwerdeyê de şehîd buye.

Di daxuyayê de derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Nîdal Mislim de wiha hate gotin:

“Gelê me yê Kurd ê li Helebê bûn şahidê fikr û ramanên azad ê Tevgera Azadîya Kurdistanê û bi vê fikr û ramanê re çanda xwe pêşxistin û di xweparastinê de bûn hoste.

Hevalê me Nîdal Mislim li Helebê di nav malbateke welatparêz a xwediyê taybetmendiyên wiha de ji dayîk bû.

Sala 2014’an di dema Berxwedana Kobanê de biryar da ku bibe şervanê gelê xwe.

Di parastina Şehbayê û Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê de bi awayek çalak cihê xwe girt.”

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Şehîd Nîdal Mislim re xwest û soza şopandina rêya şehîdn ê pêkanîna armancên wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye.

Nîdal Mislim bi nasnav Çiya Qendîl, di 19’ê Tebaxa 2022’an li bajarê Helebê şehî dbû.

Nîdal Mislim
Çiya Qendîl
19 Tebax 2022-Heleb

Back to top button