QSD Têkildarî qetilkirina 2 jinên li Dêrazorê lêpirsîn da destpêkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, têkildarî bûyera qetilkirina 2 jinan ku li Dêrazorê, lêpirsîn dest pê kir.

QSD’ê têkildarî mijarê,daxuyaniyeke nivîskî weşand.

QSD’ê di daxuyaniyê de diyarkirin ku 17’ê Kanûnê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê cenazeyên 2 jinan ku bi guleyan hatibûn kuştin, dîtin û got:

“Li ser wê yekê hêzên me ji bo naskirina detayê bûyerê, alî û berpirsên vî sûcî lêpirsîn da destpêkirin.

Hêzên me soz didin ku sûcdaran bişopînin, bigirin û wan radestî edaletê bikin.

Em vî sûcê hov û sûcdaran şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê Dêrazorê, dê ji bo girtina sûcdaran û hesapxwestina ji wan bi hêzên me re bibe alîkar.

Em ji ber hişyariyê spasiya wan dikin ku bi fitneya hin komên girêdayî aliyên dijber, nehatin xapandin.

QSD’ê dawiyê diyar kir ku di mijarên girêdayî silametiya xelkê, aştiya civakî û rêgezên edaletê li herêmê, qanûn di ser her kesî re ye.

Back to top button