KNK: Nabe ti hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide

Konseya Rêveber a KNK’ê jî têkildarî êrişa hewayî ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

KNK’ê di daxuyaniyê de êriş şermezar kir û wiha got:

“Dewleta Tirk çi devera Kurdistanê dibe, destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe hedefeke dijminane dizane û bi her awayî êriş dike.

“Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku êrişên dewleta Tirk, sebeb çi dibe bila bibe rewa bêne dîtin.

KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser daxuyaniya berdevkê hikumeta herêmê û got:

“Daxuyanîya berdevkê hikumeta herêmê daxuyaniyeke bi sosret e.

Divê êrişên dewleta Tirk şermezar bike û helwest bigre, li şûna wê YNK û hemû Kurdan sûcdar dike.

Ev êriş li hemberî hebûna gelê Kurd û li hember destkeftiyên gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Ji bo wê em careke din bang li koalîsyona navdewletî ya li dijî terorîzmê, NY, YE û hemû hêzên demokrasîxwaz yên Kurdistanî dikin ku bi awayekî tûnd vê êrişê sermezar bikin.”

Back to top button