Biden bi serokê Ûkrayna û 9 welatên Rojhilatê Ewrûpa re axivî

Di demeke, fikarên êrişek berfireh ya Rûsya li dijî Ûkrayna wê pêk were de, Serokê Amerîkayê Biden bi Serokê Ûkrayna Zelenskiy re axivî.
Biden soza piştevaniyê da Zelenskiy.
Piştî hişyariyên Amerîka û Ewrûpayê, serokê Rûsya Putin helwesta xwe ya li hemberî Ûkrayna tund kir.
Putin şerê li Rojhilatê Ûkrayna weke “qirkirin” binav kir.

Li hemberî îdîayên ku wê Ûkrayna dagir bike, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê gefa cezayên giran li Moskowa xwarin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Biden bi rêya telefonê bi serokên Ukrayna û 9 welatên endamên NATOyê yên Rojhilatê Ewropayê re axivî.

Biden soz da ku eger Rûsya êrişî Ûkraynayê bike wê piştevaniya wan bike û van welatan jî tevlî pêvajoyên biryardanê yên li herêmê bike.

Doh di saetên derengiya şevê de, piştî pêwendiyeke telefonî ya 90 deqeyan, Serokê Ûkrayna Vladimir Zelenskiy ragihand ku wan li ser formatên muhtemel ên ji bo çareserkirina nakokiyên li rojhilatê welat axivîne.

Serokan rêyên piştgirîdayîna Kîevê di warên ewlehî, darayî û siyasî de gotûbêj kirin.

Piştî Zelenskiy, Biden 40 deqeyan bi serokên Bulgarîstan, Çekya, Estonya, Macarîstan, Letonya, Lîtvanya, Polonya, Romanya û Slovakya yên ku di sala 1991’an de piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê tevlî NATOyê bûn re axivî.

Li gorî daxuyaniya Lîtvanya, Biden diyar kir ku bêyî agahiya serokên van welatan ti biryar derbarê Rûsyayê de nayên girtin.

Pûtîn: Tişta li herêma Rojhilat dibe qirkirin e

Serokê Rûsya Pûtîn tevgera NATO li herêma sînor weke hewildanên sorkirinê binav kir.

Pûtîn îdîa kir ku li herêma Donbas a dikeve Rojhilatî Ûkrayna piraniya gel bi Rûsî diaxive û got;

Li hermberî van mirovan cihêkarî heye.

Ev dijminahiya li hemberî Rûsya ye.

Pûtîn îdîa kir ku tişta li wê herêmê rû dide sedî sed “qirkirin e”.

Back to top button