Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin

Cenazeyê hunermendê kurd Beytocan dê îro bi merasîmekê li ser wesiyeta wî li Stockholmê bê veşartin.

Beytocan demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.

Beytocan pêr li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, canê xwe ji dest da.

Li ser wesiyeta Beytocan ew dê li Swêdê were veşartin.

Hunermend Armanc li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Hunermendê dilê me ji nava me koça dawî kir.

Bi vê wesîleyê em dixwazin hûn beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Beytocan bibin.”

Cenazeyê Beytocan wê li Stocholmê bê veşartin

Back to top button