Tevgera Çandê ya Ewropayê bi peyamekî ji malbata Beytocan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropyê-TEV-ÇAND Ewropayê ji bo hozanê gelê Kurd Beytocan, sersaxî xwest.
TEV-ÇAND’Ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi sernavê “Agir ket dilê me” ev peyam weşand:
“Hunermendê me Beytocan, ku piraniya jiyana xwe di bin êşkence, sirgûn û xizaniyê de derbas kir, lê ji welat, gel û nirxên xwe yek kêliyek jî qut nebû, jiyana xwe ji dest da.
Em ê Beytocan her tim bi bîr bînin û soz didin ku xeyalên wî yê welatekî azad û demokratîk, bi bilindkirina hunera xwe pêk bînin.”