Her ku diçe hêrsa gel a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Rûspî û endamên saziyên sivîl, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn û gefên dewleta Tirk a dagirker civînek li Dêrazorê li dar xist.Li aliyek din jî şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.
Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûr bi cûr êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar dikin.
Rûspî û endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê beşdarî civîna li Navenda Perwerdeyê ya li bajarokê Sûsê bûn..
Di civînê de sekreterê giştî yê Kombûna Êlên El-Bû Kemal Hewas El-Casim axivî û got:
“Divê em yekitiya xwe li hember van gefan pêk bînin û em ax û şerefa xwe ji dagirkeran biparêzin.”
Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn Selah El-Selman jî got:
Divê em bibin yek, nakokiyên xwe yên taîfî, êlî çareser bikin û xwe ji dijmin re amade bikin û şênî li rex şervanên QSD`ê li hember dagirkeriyê bisekinin
Şêniyan jî, teqez kir ku ew amade ne li hember dagirkeriyê bisekinin û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya civînê de rûspiyan diyar kir ku ew amade ne li hember bgefên dewleta Tirk bisekinin.
Şêniyên Dêrazorê: Li hemberî her êrişekê em bi QSD’ê re ne
Bi sedan şênî, rûspî, serokeşîr û nûnerên saziyên meclisên xwecih û saziyên sivîl û leşkerî yên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê tevlî meşê bûn.
Girseya gel ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Kişkiyê ber bi avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Xeranîc ve meşiyan.
Li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Xeranîc
Li wir daxuyaniyek bi navê şêniyan hat xwendin û têde ev tişt hat gotin: “Li hemberî her êrişeke li ser xaka Sûriyê şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê amade ne û bi hêzên xwe yên leşkerî re ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku Sûriyê û gelê wê ji şerê deh salan biparêzin.
Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê
Li aliyekî din, Yekîtiya Bijîşk û Hemşîreyên Efrînê daxuyaniyek bi heman armancê daxyaniek da.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û bi taybet dewletên Hevbendiya Nanvneteweyî hate kirin ku rê li pêşiya êrişên dagirkeirya Tirk li ser herêmê û hedefgiritna sivîlan rê bigirin.