Waliyê Musilê: Êrişên Tirkiyeyê metirsî dixe ser ewlehiya Musilê

Waliyê Musilê li dijî êrişa îro ya balefira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ku tê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da, nerazîbûn nîşanda.

Waliyê Musilê Necim Cibûrî derbarê êrişa balefira bê mirov a dewleta Tirk ya li navçeya Telafer a Musilê pêkhatî de axivî û got: “Di encama êrişa îro de yek jê jin pênc kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Derbarê nasnameya balefirê de Necim eşkere kir ku balefira bê mirov a Tirkiyêye û got:

“Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin ku ewlehiya vê parêzgehê dixe metirsiyê.”

Di dawiyê de waliyê Musilê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li beramberî van êrişên Tirkiyeyê nerazîbûnê nîşan bide.

Back to top button