Dewleta Tirk a dagirker li Musilê bi balafiran erebeyek bombebaran kir. di encamê de jinek jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Rojnews ku xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, balefireke bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker, li navçeya Telafer a Musilê, wesayîtek bombebaran kir.
Bombebaran îro piştî nîvro, li Gundê Dîcle çêbûye û di encamê de jinek jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha tu daxuyanî derbarê bombebaranê de ji aliyê hikumeta Iraqê ve nehatiye dayîn.