Li seranserî herêmê çalakî hate lidarxistin

Çalakiyên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin Li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bang hate kirin ku qada ezmanî li hember êrişan were girtin. Her wiha hate gotin ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrişan bisekinin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên qirkirinê ên rojane di nava tevgerê de ne.

Îro jî li gelek deveran çalakî li dijî êrişan hate lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn: Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze bendên peymana mîsakî pêk bîne

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk li gundê Til Qirah ê Şehbayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan dixwaze ji nû ve dewleta Osmanî ava bike.

Em bang li konseya ewlekariya NY û hêzên garantor dikin ku rê li hember van êrişan bigrin.

Yekîtiya Kedkaran a Reqayê: Em bang li civaka navnetewî dikin ku rê li ber êrişan bigrin

Yekîtiya Kedkaran û Odeya Pîşesaziyê yên Reqayê jî daxuyanî li dijî êrişan dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên Tirkiyê û çeteyên wê her tim bajarê Minbicê topbaran dikin, sûc û binpêkirinan pêk tînin.

Yekitiyê got: “Dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorê xwe û avakirina herêma ewle, hewl dide xaka Sûriyê dagir bike.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û NY hate kirin ku li hember van gef û êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Zanîngeha Rojava: Bi hemû hêza xwe em ê li dijî êrişan bisekinin

Her wiha xwendekar, mamoste û rêveberên zanîngeha Rojava daxuyaniyek bi heman armancê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Her ku gefên Tirkiyê zêde dibin, metirsiya ji nû ve derketina DAIŞ’ê jî zêdetir dibe.

Bêdengiya civaka navnetewî, sazî û dezgehên ku di vî aliyî de xwedî rol in, bi Tirkan re dibin alîkar.

Lewre divê em bi hemû hêza xwe nehêlin ku planên qirêj ser herêma me pêk werin.

Meclisa Kantona Efrînê: Dewleta Tirk hemû zagonên navnetewî bin pê dike

Meclisa Kantona Efrînê li Kampa Serdem daxuiyanî da û da zanîn ku di demekê de ku cîhan ji bo kirîza Sûriyê li çareseriyê digere, dewleta Tirk gefan l idijî herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe hemû zagonên navnetewî û mirovî bin pê dike .”

MSD: Divê qada ezmanî li êrişên dewleta Tirk were girtin

Bi heman armancê MSD’ê jî li navçeya Ehrezê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe dixwaza qada xwe ya dagirkeriyê berfreh bike.

MSD’ê bang li NY li kir ku qedexeya ezmanî li ser herêmê bisepîne da ku tu êrişeke nû ji aliyê Tirkiyê ve li dijî herêmê pêk neyê.

Komîteya Şehbayî û Efrîniyên li Minbicê daxuyanî li dijî êrişan da

Her wiha Komîteya Şehbayî û Efrîniyên li Minbicê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan banga 33 partiyan a ji bo girtina qada ezmanî ya herêmê.

Komîteyê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin

Back to top button