Amed..di navbera gerila û artêşa Tirk a dagirker de şer giran e

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Lîcê ya Amedê dest bi operasyonek berfireh kir. Di van kêliyan de pevçûn di navbera gerilayên azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de diqewim e.

Artêşa Tirk a dagirker bi sedan leşker derbasî qada leşkerî ya Lîceya Amedê kir.

Li bejahiya navçeyên Comêraş û Goma Elîkan ên navçeya Licê ya Amedê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerillan de pevçûnên dijwar qewimîn.

Piştî pevçûnan herêm ji aliyê bi sedan leşkeran ve hate dorpêçkirin.

Herêm niha bi giranî ji aliyê helîkopteran ve hatiye dorpêçkirin.

Li gorî ajansa ANF heta niha şer û pevçûn bi dijwarî didome

Gerilayên azdiya Kurdistanê bersiva êrişên dagirker didin.

Artêşa Tirk a dagirker nikare xwe li ber berxwedana gerilla bigre, bi helikopteran topbaran dike.

Back to top button