”Em ê destketiyên xwe biparêzin û li kêleka QSD’ê bin”

Şêx, rûspî û eşîrên Tirbespiyê ji bo piştgiriya QSD’ê û nirxandina rewşa siyasî û bûyerên li Dêrazorê rû dan civînek berfireh li darxistin.
Hate gotin: Em ê hevgirtina xwe xurt bikin û heya dawiyê li kêleka hêzên xwe bin.

Civîn li akademîya şehîd Yekta ya çand û hunerê bi beşdariya gelek şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan pêk hat.

Di civînê de kesên beşdar axivîn û wiha gotin:

“Bi salan e pêkhateyên vê herêmê bi hev re dijîn û ti pirsgirêk di navbera wan de çênebûye.

QSD’ê jî li ser banga eşîrên Dêrazorê dest bi operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ kir û ecnamên baş bi dest xist.

Lê gelek aliyên derve destwerdan kirin û xwestin ku vê operesyonê wekî şerê navbera QSD’ê û eşîran nîşan bidin û fitneyan derxin.

Li dijî vê yekê jî gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ket nava çalakiyan û piştgiriya QSD’ê kir.”

Civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de bang li gelê herêmê hate kirin ku destketiyên zarokên xwe yên şehîd biparêzin û li kêleka hêzên xwe bisekinin.

Back to top button