“Em ê li kêleka QSD’ê ne û li dijî êrişan erka xwe bi cih bînin”

Oldar û Rûspiyên eşîrên navçeyên Amûdê, Holê û Hesekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihandin û gotin: “Emê di yek çeperê de li dijî êrişan û hewldanên têkbirina ewlehiyê, herêmên xwe biparêzin.”

Her wiha Eşîr, rûspî û oldarên li Amûdê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan dan.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Elê Welda Salih Ebdullah El Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin QSD ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û Dêrazor ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û wiha hate gotin:

Gelek aliyan xwestin plana DAIŞ`ê li dijî QSD`ê bikarbînin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin.

Lê bi operasyona”Xurtkirina Ewlehiyê “re hemû planên wan têk çûn.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em wekî gelê herêmê li kêleka QSD’ê ne û li hember planên rejîma Sûriyê, DAIŞ û alîgirên wan ku dixwazin ewlehiya herêmê me têk bibin, erka xwe pêk bînin.”

“Em ê hewldanên binpêkirina nirxên eşîran têk bibin”

Endamên Weqfa Al El Beyt a bajarê Hesekê jî bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyan di navbera eşîrên herêmê de şermezar kirin.

Daxuyanî li navenda weqfê ji aliyê Mihemed Nasir El Cinêd ve hat xwendin û wiha hate gotin,

“Li Dêrezorê aliyên derve xwestin fitneyê di navbera eşîran û QSD′ê de derxin.

Em bi QSD’ê re ne. Çi kesên ku hewl bidin nirx û rêgezên eşîrtiyê bin pê bikin û ewlehiya herêmê xirab bikin, em ê li hember wan bisekinin.

Weke gelên herêmê emê di yek çeperê de li dijî êrişan herêmên xwe biparêzin.”

Back to top button