Li Efrînê çeteyan welatiyekî din revandin

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî din ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa revandin.

Li Efrînê ya ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî, talankirin, qirkirina xwezayê û guhertina demografîk bê navber dewam dike.

Hate ragihandin 9’ê Îlonê çeteyên koma bi navê ‘Hemzat’ welatiyê bi navê Mihemed Henan Hisên ê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê revand.

Hat zanîn ku Mihemed Henan Hisên li nêzî xaçerêya gundê Basûtê hat revandin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

MÎTa Tirk welatiyek ji Raco revand

Back to top button