Hêzên Asayîşê: Efserê me Eymen Çolê şehîd bû

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê şehadeta efserê xwe Eymen Çolê ragihand.

Asayîşê diyar kir ku efserê wan Eymen Çolê dema li ser erka xwe bû di encama êrişa balafireke dewleta Tirk de şehîd bû.

Asayîşê anî ziman ku hevalê wan Eymen yek ji kevntirîn endamên wan bû û mînaka dilpakiyê, dirustî û wêrekiyê bû.

Her wiha da zanîn ku Ş. Eymen dema erka xwe ya ewlehî ya pîroz di parastina xaka welatê me yê buha de bi cih dianî, şehîd bû.

Û navê wî di dîroka şehîdên me yên mezin de hate nivîsandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye.

Nav û paşnav: Eyman Çolê
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayikê: Sûad
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 05.04.2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 17.09.2023

Asayîşê der barê êrişa li ser rêya Qamişlo û Amûdê daxuyaniyek da

Back to top button