
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina pêşengên şoreşê şermezar kirin.
Bi dehan endamên meclisa kombûnê ya Tebqa û Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Minbicê û partiyên siyasî di daxuyaniyê de amade bûn.
Kombûnê diyar kir dewleta Tirk a dagirker hemwextî salvegera êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê, fermandara Meclisa Leşkerî ya Jinan a YPJ`ê Şervan Serdar armancgirt û got:
YPJ yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tirmehê ye.
YPJ ji bo parastina gelên herêmê her dem li pêşe û li dijî rêxistina herî tundraw a cîhanê bi qehremanî şer kir.”
Kombûnê bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hember hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir.
Û soza domandina rêya şeya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê dan.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di dawiyê de banga hevgirtin û destekdayîna QSD’ê li her kesê kir û wiha bi dawî kir:
Ji bo ewlehî, aramiya herêmê û pêkanîna projeya netewa demokratîk heta dawiyê li ber xwe bidin.