
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) êrîşa hewayî ya ku di 17’ê Îlonê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû kirin bi daxuyaniyekî şermezar kir û banga piştgiriya Şengalê kir.
KCÊ-E vê êrîşê weke teror bi nav kir û da zanîn ku civaka Êzidî û şervanên wê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan û axa xwe ya pîroz parastin.
Koordînasyonê destnîşan kir şuna ku helwestek û nerazîbûnek ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê were nîşandan, berovajî wê piştgiriyê didin vê faşîzmê.
Kcê-e bi daxuyaniyekê êrîşa li ser şervanên ybş şermezar kir
Koordînasyonê di dawiyê de ragihand ku divê li hemberî êrîşên bi vî rengî raya giştî ya demokratîk a cîhanê, rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe nîşan bidin û wiha bi dawî kir:
”Em li bendê ne ku piştgiriya daxwazên xwerêveberiyê û xweparastinê yên Êzidiyan were kirin.”