
Rûspiyên êlên Ereban ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de rûspiyan piştgiriya projeya neteweya demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk kir.
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola mezin a QSD’ê ya di şerê li dijî terorê de hate kirin.
Her wiha hate gotin:
“Tevahî hewldanên rijandina xwîna gelê herêmê bi saya QSD`ê bi bin ketin.
QSD`ê soz daye ku dê li hember tevahî hewldanên derxistina fitneyê di navbera hêzên leşkerî û êlên Ereb de bibe bendeke asê û welêt biparêze.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li êl û qebîleyên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku bi fitneyê neyên xapandin.
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne