Çalakiyên Nobeta Edaletê

Piştgiriya ji bo Nobedên Edaletê mezin dibe ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ destpê kirine.
Malbatên tevlî çalakiyê bûne dibêjin, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li 106 girtîgehan destpêkirî di roja 28’an de dewam dike.

Nobeta Edaletê ya li 5 bajaran jî dewam dike.

Çalakger bi biryar in ku heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin, çalakiya xwe dewam bikin.

Meryem Soylu: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Dayika girtiya nexweş Amîne Kaya Meryem Soylu 22 roj in rojane berê xwe dide çalakiya Nobeta Edaletê.

Meryem Soylu diyar kir ku ew ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî çalakiyê bûye.

Meryem Soylu da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelekî ye û got:

“Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelekî ye, rêberê gelên bindest û Rojhilata Navîn e.

Bi girtinê re hewl didin ku Gelê Kurd ji holê rakin.

Gotina wî “Hûn nikarin vîna me têk bibin. Ez di nava çar dîwaran de girtî me lê li her deverê cîhanê me’.

Ev gotin girîng e.”

Meryem Soylu destnîşan kir ku divê Nobedên Edaletê bi her awayî bidome û soza domandina têkoşînê da.

Saîme Gurbuz: Li girtîgehan zilm heye

Saîme Gurbuz jî ragihand ku bi armanca piştgiriya bi Dayikên Aştiyê re ew ê bên Nobeda Edaletê û got,

“Di vê demê de divê her kes piştgiriyê bide dayikan. Li girtîgehan zilm heye.

Ji ber vê zilmê jî zarokên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo aştiyê em ê timî li gel Dayikên Aştiyê bin. .”

Xanim Varli: Hun çi dikin bikin em ê her tim hebin

Xanim Varli jî da zanîn ew hertim maf û huqiqê biparêzin û aştiyê bixwazin û got:

“Hûn dibêjin ku we edaleta Xwedê bi cih anîne, mizgeftan çêdikin, rojiyê digirin, nimêjê dikin. Wê demê hûn çima edaleta Xwedê pêk nînin?

Madem ev der welatekî Misilman e, hingî divê hûn li gorî Îslametiyetê û Quranê tevbigerin.

Ji ber ku li vî welatî edalet nîne zarokên me di greva birçîbûnê de ne.

Hûn çi dikin bikin, em ê her tim hebin.

Çareseriya hemû kirîzan Abdullah Ocalan e

Back to top button