Rojnamevan Silêman Ehmed ev 61 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê hat revandin, ev 61 rojin agahî jê nayê girtin.
Fikar û xeteriya li ser jiyana Silêman her ku diçe zêde dibe.
Nivîskar û rojnamevan Letîf Fatih Ferec û mamoste Berhem Xalid derbarê Silêman Ehmed axivî û got:
“Ti sucek Silêman Ehmed nîne, ew rojnamevanek azadîxwaze.

Nivîskar û rojnamevan Letîf Fatih Ferec diyar kir ku binçavkirina rojnamevanan sucek mezine û got:

“Revandina Rojnamevanan bi vî awayî şermek mezine û ev yek tu carî nayê qebûlkirin.”

Letîf Fatih banga serbestberdanan Rojnamevan Silêman Ehmed kir û got:

“Ti sucek Silêman Ehmed nîne, eger nêzî PKK’ê be jî, ev yek bi tu awayî ne suce.”

Mamosta Berhem: Divê sedema revandina Silêman Ehmed bê eşkerekirin

Mamostayê beşa ragihandinê yê li zanîngeha Silêmaniyê Berhem Xalid jî ev yek anî ziman:

“Başûrê Kurdistanê ji bo karê rojnamevaniyê ne bi ewleye.

Doza Silêman hatiye binpêkirin û divê sedema revandina wî were eşkere kirin.”

PDK’ê 2 meh in rojnamevan Silêman Ehmed dîl girtiye

Back to top button