Emced Osman: Destwerdanên derve diyalogê asteng dikin

Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk-MSDê Emced Osman diyar kir ku destwerdanên derve li Sûriyeyê diyalogan asteng dikin û got niha tu diyalog bi hikumeta Şamê re tune ne.

Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk-MSDê Emced Osman diyar kir ku pêwîstiya welat bi diyalogeke rasteqîn û cidî heye û ev nirxandin kir:

“Me projeya xwe li ser esasê ku çareseriya siyasî divê çareseriyeke aştiyane be, pêşniyar kir. Me nenavendîbûn wek dergehê veguhertina demokratîk ji bo Sûriyeyê pêşkêş kir.”

Endamê MSD’ê Osman destnîşan kir ku di dema heyî de tu diyalog tune ne û got pirsgirêka bingehîn zehmetiya guhertina zîhniyeta beşeke muxalefetê ber bi hişmendiya nenavendî ve ye. û wiha berdewamî da axaftinê xwe:

” Ji ber ku destpêkê astengiya li pêşberî me hişmendiya siyasî ye, ya duyemîn jî destwerdanên herêmî û navneteweyî yên kûr in ku heta radeyeke mezin karîna sûriyeyan a ji bo lihevkirin û tifaqê asteng dikin.”

Back to top button