Kim: Xebatên nukleerî li destûra bingehîn a welêt hatiye zêdekirin

Di demekî de ku cîhan qala bidavî kirina xebatên nukleerî dikin, ji Koreya Bakur daxuyaniyeke ecêb hate.
Serokê Koreya Bakur Kim ragihand statûya dewletê ya nukleerî li destûra bingehîn a welêt hatiye zêdekirin.
Kim got: “Dê destûr neyê dayîn ku tu kes hiqûqa bingehîn a dewletê binpê bike.”
Li dijî vê yekê Japonya û Koreya BaşFILMûr bertek nîşan dan û kiryar şermezar kirin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku statûya dewletê ya nukleerî li destûra bingehîn a welêt hatiye zêdekirin û ev yek naguhere.

Kim di civîna Meclisa Gel de got:

“Dê destûr neyê dayîn ku tu kes hiqûqa bingehîn a dewletê binpê bike.”

Bi vê yekê re Koreya Bakur hêviyên bidavî kirina xebatên nukleerî ji binî ve pûç kir.

Kim diyar kir eger li derve gefek an êrişek li ser wan were kirin ew ê çekên nukleerî kar bînin.

Kim: Divê em li dijî gefan cekên xwe yên nukleerî zêde bikin

Kim her wiha Washington, Seul û Tokyo bi avakirina hevbendiyek leşkerî ya sêalî tawanbar kir û got:

“Ev xeteriya herî xirabe, ev bi eşkreyî gefa li ser welatê meye.

Lewma divê em li dijî vê yekê bi lezgînî çekên xwe yên nukleerî amade bikin.”

Japon: Kiryarên Koreya Bakur bi tevahî nayê qebûl kirin

Li dijî vê yekê Japonyayê bertek nîşan da û diyar kir ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Bi heman awayî Koreya Başûr jî kiryarên Koreya Bakur bi tundî şermezar kir.

Koreya Bakur lez daye ceribandinê nukleerî

Koreya Bakur heta niha jî gelek caran ceribandinên nukleerî pêk aniye.

Koreya Bakur ku îsal ceribandinên xwe yên nukleerî zêde kirye di 13’ê Îlonê de di dema serdana Kim bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de du mûşekên balîstîk ên menzîla kurt avêtin.

Di bersivê de, Koreya Başûr û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tetbîqatên hevpar li darxistin.

Back to top button