Hikûmeta Iraqê hemû derî ji bo têketina welêt li pêşiya Tirkiyê girtin

Hikûmeta Iraqê ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka welêt, serdanên berpirsên Tirk rawestand û hemû deriyên sînor jî li pêşiya welatiyên Tirkiyê girt.

Derbarê mijarê de, Wezareta Derve ya Iraqê îro daxuyaniyekê da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ji ber êrîşên domdar yên Tirkiyê li ser xaka Iraqê û hedefgirtina serweriya wê, wan hemû serdanên berpirsên Tirk ji bo Iraqê rawestandin.

Her wiha wezaretê da zanîn, deriyên sînor û balafirxane jî li pêş derbasbûna welatiyên Tirk hatine girtin.

Ji ber topbarana Tirkiyê ya li dijî hêzên Iraqê di sêşema çûyî de ku 3 parêzvanên sînor hatin kuştin, gelek bertek derketin.

Aliyên siyasî û komên di parlamentoyê de êrîş şermezar kirin û ji hikûmetê xwestin bersivê bide.

Komkara Erebî û welatên Ereb jî bertekên tund li dijî Tirkiyê nîşandan.

Back to top button