HPG: Di mehekê de 85 leşkerên Tirk hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Hêzên Parastina Gel encama pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê yên mehekê bi raya giştî re parve kirin. Li gorî HPG’ê di nava mehekê de 85 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha 7 gerîlla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama meha dawî ya Pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê weşand.

Navendê bi bîr xist ku di ser êrişên 23 Nîsanê re 4 meh derbas bûne û wiha got:

Berxwedana dîrokî ya 122’an ku bi ruhê fedayî li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê dimeşîne, nîşanî tevahiya cîhanê da ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî her cûre êrişan xwedî hêza parastin û bersivdayînê ye.

Rêbazên nûjen ên şerê serdemê eşkere raxist ber çavan ku têkoşîna me ya rûmetê wê bi ser bikeve.

Berxwedana bênavber û çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me artêşa Tirk a dagirker xistiye nava têkçûneke mezin.

Îradeya Apoyî ku di Destana Garê de derket asta xwe a herî jor li Mamreşo, Werxelê û Girê Sor bûn mizgîniya serkeftinê.

Di pêngavên şoreşgerî de hêzên me yên YJA Starê li refên herî pêş cih girtin û bûn pêşengên berxwedanê.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê encama şer, çalakî ê êrişên meha dawî wiha ne:

Serdegirtin, sekvanî û sabotaj, bi giştî gerîlla 60 çalakî li dijî hêzên dagirker pêk anî.

Bîlançoya şerê mehekê yê Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê wiha ye:

-10 çalakiyên koordîneyî
-13 çalakiyên darblêdanê
-7 çalakiyên sekvaniyê
-13 çalakiyên sabotajê
-15 çalakiyên bi çekên giran
-Çalakiyeke serdegirtinê
-Çalakiyeke êrişê
-Darb li 2 wesayît û 6 helîkopterên şer hatin xistin

Di encama çalakiyan de

85 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
19 leşker birîndar bûn

Her wiha

-2 wesayitên leşkerî yên zirxî bi tîpa Kîrpî
– Çekek bombeavêj û çepera wê
– Çekek A4 û çepera wê
-2 drone
-7 kamerayên mobesse

hatin tinekirin.

Alavên ku gerîlla di çalakiyan de bi dest xistin jî ev in:

-Çeka BKC
-Dronek
-20 kîlo teqemenî.

Di şer û berxwedana 30 rojên derbasbûyî de,

7 gerîlla şehîd bûn

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê en encam parve kirin:

-Ji bejahî û hewayî ve bê navberê Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombardimankirin

-65 caran gazên bi jehr û kîmyewî hatin bikaranîn

Back to top button