Projeqanûnek ji bo pêkanîna mafên mirovan li Tirkiyê pêşkêş kir

Gelek Sînatoyên Amerîkî yên payebilind, projeqanûnek ji bo pêkanîna mafên mirovan li Tirkiyê pêşkêş kir.

Sînatorê Amerîkî Ed Markey ku ew jî tevlî projeqanûnê bûye, got:

“Ji Koşka Spî bi fermî dema efûkirina Erdogan li ser binpêkirinên wî bi dawî bû.”

Armanc ji vê projeqanûnê ew e ku binpêkirinên hindir ên ji 2016’an li Tirkiyê bilind bûne, werin pirskirin.

Ev projeqanûn, naxasim piştî naskirina komkujiya Ermenan ji aliyê Serokê Amerîkayê ve Joe Biden ve, hat.

Li gorî projeqaûnê, divê DYA desthilata xwe ya mezin bi NATO’yê re bi kar bîne da ku demokrasî li Tirkiyê pêk bê.

Back to top button