Rêveberiya Jinan a li Tebqa û Reqa çalakiyeke protestoyî li dar xestin

Jinên li Reqa û Tebqayê ji bo jinên di girtîgehên herêmên dagirkirî de çalakiyek li darxistin û tê de piştgiriya wan kirin.

Ev çalakî di çarçoveya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Çerxerêya El-Neîm a Reqayê hat li darxistin.

Jinan di çalakiyê de piştrast kirin ku bûyerên li girtîgehên Tirkiyê rû didin, nikarin qîrîna azadiyê veşêrin.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Itîmad El-Ehmed daxuyaniya rêveberiyê xwend.

Û têde destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên di girtîngehan dikin û ev çalakî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser wan e.

Her wiha rêveberiyê diyar kir ku li vê herêmê sûcên dermirovî li dijî jinan pêk hatin mîna şehîdxistina Hevrîn Xelef, Zehre Berkel, Melek û girtina Çîçek Kobanê.

Di dawiya daxuyaniyê de, soza berdewamkirina serhildanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker hate dayîn.

 

Back to top button