Şaredariya bajarê Kobanê kar û xebatên xwe yên ziftkirina riyan û taxan didomîne.
Şaredariya bajarê Kobanê ji ber nêzikbûna demsala zivistanê û xerabûna riyan dest bi pirojeya ziftkirina riyan û taxan kir.
Endamê şaredariya kobanê Bekir derbarê vê yekê ji mere axivî û got:
Kar û xebatên ku di van rojande hatin kirin rêka giştî ku tê naskirin bi (rêka Helebê) hate Ziftkirin.
Taxên bajarê kobanê ji wan taxa şehîd xebat, botan şerqî û xerbî û taxa şehîd barîn.
Mezlom Kobanê ji bo ziftkirina riyan sipasiya şaredariya bajarê kobanê kir û got:
Me pir zor û zehmetî didîtin pir toz hebû û erebeyên me li ser van rêkan xerabdibûn.