TJK-E yê bi daxuyaniyekê komploya 9 ê Cotmehê şermezar kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.
TJK-E bang li her kesî kir ku di salvegera komployê de li dijî tecrîdê li her derê dakevin qadan.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û bang li Jin û gelan kir tevlî çalakiyên ku 7 û 8 cotmehê de li dijî tecrîdê bên lidarxistin bibin.

TJK-E’ yê daxuyaniyê de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên herî giran ên dîlgirtinê de li dijî dewleta Tirk a faşîst û hêzên komploger têdikoşe û wiha domand:

TJK-E: 31 mehin tecrîdeke metirsîdar heye

”Berovajî planên xayin ên komplogeran di nava 25 salan de eniya têkoşînê ji Kurdistanê derbasî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bû.

Bêguman di navenda vê têkoşîna bi rûmet de jî Rêber Apo heye.”

TJK-E’ ê da zanîn ku bi Rêber APO re jin, gelê Kurd û mirovahî tê tecrîd kirin û wiha dewam kir:

” 31 mehin têkiliya Rêber Apo ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, tecrîdeke metirsîdar heye, li ser jiyan, ewlekarî û jiyana Rêber Apo ti agahî nayê wergirtin.

TJK-E: Divê CPT û saziyên navnetewetî erka xwe pêk bînin

Di rewşeke bi vî rengî de CPT’î hîn jî vê rewşê ji nedîtî ve tê ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

TJK-E’ê bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî şermezar kir û bang li wan kir ku wezîfeya xwe pêk bînin kir:

TJK-E: Em bang li jinan û gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin

”Em weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê soza xwe dubare dikin ku heta şikandina tecrîda li dijî Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyên 7 û 8’ê Cotmehê bibin ku wê li Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bêne lidarxistin bibin.

Bang li jinan, gelê xwe, her kesên baweriya xwe bi jiyaneke azad û wekhev tînin dikin ku hîn bi xurtî û bi bandor tevlî têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”

Back to top button